Dil xweş hişyar û serbilindim

0
975

Dil xweş hişyar û serbilindim

Zinarim ez tu pirabacık weka mij û dû li dora min

Çîya me ez li welate xwe

Tu hebika teyrikê

Dibarî li ser min bi hêrîjîyayî

Dihelin li serte dirjin tevahî

Ez mêrgim li deşt û çolan

Tu baranî ji min dûr

Te dît ez kulîlkim tu gewirî ji çawbirçîtî

Te li ser min danÎ wek mêşa hungiv

Tu misiyayî bi xuna min têra te nekir

Te rihê min derzî kir bi jehra xwe

Min nedi gemarîya te

Berşêdayî bun ji çawen min

Dengê vıze vıza te ma li gahên min

Zivistanê tu li yabanê mayî bêxwedî

Li serman tu dileriziyan û qevizî bun

Şev  tarî bûn tu bê war

Min cî da te li mala xwe

Êzing dam kuçikê agir  kir jibona te

Dû  kişiya ji pixêrîyê

Germ û ronahÎ çê bu li dora te

Tu bi tirs û bê mecal bun

Pir westiyayî û bê hêvî bun

Min doşek raxist  binê te

Ji heriya berxikên kurdan

Ez bûm lihêf lefîyam li laşê te

Tu xwedi buyi bi xwêydana keda min

Mijiyayî bi xûna min

Bihar hat tu wenda bu yî carek din

Kurdim ez dil çire

Tu cinarê reben û nan kor

Here rêka xwe bibîne jixwere yekî weka xwe

Ji yên wek te re cîh tineye li war û cîhana min

Saygılarımla, Hisên Baybas

30—09-2020