Welat bendewarê min û te

0
388

Welat bendewarê min û te

Keçê rindê bêhn fire be

Xwendevan zana û welatparezî li te ferze

Dem hatiye em herin xanî çêkin li Licê

Li Germa havînê em nemînin benda sî ya dagirkeran

Payîzê em herin ser rezan şîranî çêkin ji tiriyê

Fêkîyan topkin ji bexçan hişk bikin li ser xaniyan

Genim bihêrin li aşê avê

Nan bipijînin li tendûran

Hungiv û meşlûlan dims û bastêqan têkin kûpan

Kîlelan tijîkên zexîran

Gîya biçinî ji mêrgan kayê ji beynderan tijî bikin kadînan

Ezing topkên ji dehlan

Çilo jekin embarkin liber malan

Zivistanê em germ û têr bin li meclisan

Dewar birçî nemînin li axuran

Biharê taxim bajon li beyaran bi destan

War kesk û şên

Keç û xort xebatkar û govendvan bin

Li aliyê din şîn û şanî

Jiyana serbilindî, li welatê serbixwe

Jibona min û te

Saygılarımla, Hisên Baybas

24-09-2020

Not: embarkin(ambarlamak)