15’Ê GULANÊ DAWETA GUR Û PEZÊ KURDA YE – Şêxmûs Celalî

0
298

Divê beriya her tiştî di derheqê ziman de mirov gotinekî sereke bêje:Ziman tahm û lezzeta jiyana mileta ye.Her tişt bi zimanê dayikê watedar e.Wêje ye,Helbest e,hestê dilê kesan e.Lorîna dergûşê ye û beriya her tiştî dengê dayîka mirova ye. Belê wateya hebûn û tunebûnê,giyana ruhê kes û histûna dilê xelkê bindest û bê dewlet e.Di lêkolînên dawiya dawî de hejmara gelê Kurd li gorî Yekîtiya Neteweyî gihîştî 70’ê mîlonan lê divê em vî yekî jibîr nekin kû em Kurd bi vî hejmara xwe gelê herî mezin ê bê dewletin.Nexwe em ji mijarê dûr nekevin,bila fikr û ramanê me yê vî nivîsa me bela wela nebe. Armanca me ya vî nivîsê Cejna zimanê Kurdî ye,xebata Celadet Elî Bedirxanê Botî ye kû ew bi tena serê xwe şervanê ziman e,şervanê peyvan e,şervanê gotin û gotaran e.Birêz Celadet Begê nemir li pey hevokan,gotinan,peyvan wekî nêçîrvanekî dildarê çavê karî-xezalan li hemû çiya,deşt,gelî,gund û hawirdorê Kurdistanê geriyaye û bê westan û bê navber li hev kom kiriye.15’ê Gulana 1932’yan di jiyana zimanê Kurdî de rojekî pîroz û bimbarek e da kû Kovara wêjeyî,helbestî û gramera Kurdî tê de hatiye weşandin HAWAR dest bi weşana xwe kiriye.Birêz Celadet Eliyê delal ne gotiye xizanî,,e gotiye bêkesî,ne gotiye bindestî û ne jî xwe avêtiye kepûran; gav bi gav,roj bi roj, meh bi meh bi dildarî ,bi mejiyekî zelal û bi dilekî Kurdewarî xebata zimanê Kurdî berdewam kiriye.Di dîroka miletan de mînaka xebata Birêz Bedirxan tenê ya Elîzer ben Yehûdayê kû xebata zimanê Îbraniyan kiriye dişibin hev.Birêz Elîzer jî ji welatê xwe dûr bûye lê dema kû dewleta Îsraîlê ava bûye xebatên wî camêrî zimanê Benî ÎsraÎliyan ji tunebûnê zindî kiriye û îroya îroyin li rojhilata navîn kiriye zimane kî nemir.Jixwe em Kurd baş dizanin kû xilasî û rabûna me ya ser piyan dê di mînakên wisa de be.Divê zimanekî ji bo nemir e û bijî şert û mercên bingehîn çi ye? Belê bersiva vî yekê pêşiya pêşîn xeberdan,nivîsîn û fikirîna bi zimanê dayîkê ye.Dûvre divê ziman bibe zimanê perwerdeyê,bibe yê çîrokan,lawjeyan,bêjeyan û bibe zimanê fermî di pergalekî dewletbûnî de.Birêz Elîzer ben Yehûda di warê van şert û mercan tev de bi ser ket û zimanê Îbraniyan kir zimanê dewlet û miletekî lê mixabin kû Birêz Celadet Elî Bedirxan bi qasî wî ne bi siûd bû kû zimanê Kurdî bi elfabeya Latînî sîstematize kir lê belê ji ber kû gelê Kurd bi xwe nebûbû xwedî dewletekî zimanê Kurdî jî nebû zimanê fermî..Fermîbûyana zimanekî bi têkoşînê dibe,bi nivîsîna romana dibe,bi bestekirina muzîkê dibe û di serî de divê Gelê Kurd bi zimanê xwe têkeve nav malbata cîhanê û bi reng û denge xwe yê delalî bê nasîn.Evê bi çi awayî bibe?Kurd dê bi kîjan rê û rêçikan xwe bi malbata miletê cîhanê bidin pejirandin? Bersiv him pir zor û zehmet e him jî pir hêsan û sivik e:XWE BÛN,XWE ZANE BÛN..Ev her dû hevok ji binê dîrokê,ji destpêka felsefeya Antîk Yewnanê vir ve rêya me û ya hemû dinyayê ronî dike,şewqa xwe dide me û bi tîna xwe jî me germ dike.Xwe bûn berî kû me li jor jî got him hêsan e û him jî zehmet e.Hêsan e:Bi Kurdî peyvîn,bi Kurdî hizirîn,bi Kurdî strîn,helbest xwendin,çîrok vegotin,lorîn lorandin û heta heta bi bi Kurdî girîn û kenîn gelek gelek hêsan e.Em baş dizanin kû Celadet Eliyê delal rola xwe di dîroka zimanê Kurdî de pir pir zêde hanî cîh û çû xwe spart dile axa sar.Lê gelê Kurd dikare bi hezaran Celadetan bigihîjîne û pêşbixîne.Ev nirx divê teqez û bi lez û bez bi nifşê nû yê gelê Kurd bidin nasîn.Ev yek Xwe Bûn e.Xwe Zane bûn çi ye? Carekî divê em tiştekî ji serî de bizanibin kû em ne Erebin,ne Ecemin û ne jî Tirkin.Ev her sê milet dagirkerê welatê me ne û astengê dewletbûna me ne.Em carekî vî baş bizanibin kû van camêr û canikan ne bira û xwişkên me ne;van kesan cîranê me ne lê em ji wan nexweşin û ew jî tu carî dile xwe li me spî nakin.Em cîranê hevin lê wan bi darê zorê ax û alavê me ji deste me girtine.Çawa kû em miletekî cüda ne her tiştê me ji wan cüdatir e.Dîroka me,koka me,pêşiyên me ,kal û bavên me cuda ne.Carekî carayîn ew kal û bavên me hemûyan wek dijmin zanin.Şêx Seîdê Pîranî,Seyîd Rizayê Dêrsimî,Mele Mistefa Berzanî ji xwe re dijmin û neyar dihesibînin.Bi sedan sala ye kû Tirk,Ereb û Ecem her yek ji aliyekî ve Seleheddînê Kurdî ji xwe dibînin kû dinya tev Kurdeyatiya wî xweşmêrî bi awayekî rêzgirtin û rêzdarî pejirandiye.Belê xwe zane bûn jî mixabin him hêsan e û him jî dijwar e.Lê ev her dû şertên bingeh ger kû em di jiyana xwe de bi cîh neyînin mixabin kû di pêşeroja me tu ronahî û zelalî xwiya nake..Celadet Elî Bedirxan bûyîn gelek zor û zehmet e,barê vî yekê gelek giran e lê wî şopandin,lê xwedî derketin,çira kû wî pêxistiye li pey roniya wê çûyîn ez bawerim kû zêde ne zahmet e.Hêviya wan xweşmêr û camêrên pak û delal ez bawerim kû nejibîrkirin bû.Wekî kû Helbestvanê mezib digot:Me agir danî hûn avê lê kin…

 

Şêxmûs Celalî